Xebatên Selahattin Demirtaşî yên wêje û hunerî:
Demirtaşî , berhemên xwe hemû di girtîgehê de dane.
Pirtûka wî ya yekemîn  “Seher” ya ji 12 çîrokan pêk tê 16 ê Rezbera 2017 an de 230 hezar hêjmar hatiye  çapkirin.
Bi zimanê Kurdî zaravayên Kurmancİ û Soranî , îtalyanî ,Almanî, îngilîzî, japonî , Çînî , Erebî ,Fransî  û Endonezyayî hatiye wergerandin.
Seher, ji aliye Yêkîtiya Nivîskarên Navnetewîve bi xelata “PEN Translates” û ji aliye Fransa ve jî bi xelata “Berxwedan û Azadiya Montluc” ê ve hatiye xelatkirin.
Pirtûka wî ya dûyemîn “Devran” 12 ê Avrêla 2019 an de hatiye çapkirin. Bi Tirkî 205 hezar hêjmar hatiye çapkirin.Ev berhem bi zimanê Kurdî zaravayên Kurmancİ û Soranî , bi zimanê Almanî , Erebî û Fransizî   hatiye wergerandin.
Romana wî ya yekemin “Leylan” 22 yê Berfanbara 2020 an de hatiye çapkirin.
Ev berhem 150 hezar hatiye çapkirin. Xebatên wergerandina ji bo zimane din berdewam dike.
Ji xeynî roman û çîrokên wî hinek nivîs û çîrokên wî di gelek kovar û rojnameyan de jî hatine çapkirin.
Stranên ji aliyê wî ve gotin û awazên wan hatî amadekirin ji aliye hunermendan ve hatine gotin. Wî  jî di girtîgehê de bi rêya hevdîtina bi telefonê  bi malbata xwe re stranek gotiye.
Di kovara karîkatûrê ya Leman ya li Tirkiyê herî tê naskirin de ji 100 an zêdetir karikatûrên wî hatine çapkirin.
Bi van re bi rêya înternetê  jî gelek hêjmar xebatên wî yê wêne û xebatên wêneyên pênûsa reş hatîn çapkirin hene.