JÎNENÎGARÎ

Selahettin DEMIRTAŞ 10 Nisanê sala 1973 ya li bajarê Amedê navçeya Sûrê li taxa sûriçî  ji dayîk buye , kûrê bavekî karker û dayîkeke bermalîya malê ye, ew ji heft zarokên malê yê dudoya ye,
Temenê zarokatîya wî di serdema derbê leşkerî yê 12  yî meha îlon a sala 1982 da, di wê dema desthilatdarîya awarte, û di bin zext û hemû binipêkirinên mafên Miro an da derbas bûye

Xortanîya wî di nav alozî û binpêkirinên heq û mafê mirovan yên salên 1990 yan da li bajarê Amedê yê li Türkîyê bi sembolîk paytexta kurdan û navenda siyasî ya kurdan, tê zanîn da derbas bûye

Piştî perwerdeya seretayî û navendî, li Zanîngeha 9 îlonê ya bajarê Izmîrê fakûlteya beşa deryavanîyê dest bi perwerdê kirîye, heman demê bi birayê xwe yê mezin Nuredîn DEMİRTAŞ ra koçî bajarê Izmîrê kirîye, li bajarê Izmîrê di sala perde ya dudoyan da bi birayê xwe Nuredîn DEMIRTAŞ ra hatîye desteserkirin, ew bi xwe tê berdan lê birayê wî tê girtin û dibe şahidê azar û Işkencedanên giran yên birayê xwe.

Piştî wê bûyerê vedigere bajarê Amedê û li dikana bavê xwe ya amûr û alavên avê dixebite, ji ber zexta wê demê ya li ser parêzera, demekî domdirêj nikarin parêzerekê ji birayê wî Nuredîn DEMIRTAŞ ra peyda bikin, ev dibe sedem da Selahettin DEMIRYAŞ dedst perwerdeye parêzerîyê bike û bibe parêzvanê heq û mafan 

Piştî Selahettin DEMIRTAŞ ji İzmirê vegeryaye bajarê Amedê sala 1993 li Amedê hate desteserkirin, li ber çavên sedan mirova tê girtin lê mûdûriyeta ewlekarîyê ya bajêr 15 rojan haşatîyê desteserkirina wî dikin, wê dema bi berdewamî gelek mirov dihatin wendakirin, malbata wî 15 rojan li derê dadgeha ewlekarîya dewletê dimînin li bendê berdana wî, bi maweyê 15 rojan li mûdûrîyeta ewlekarîyê tê azar û Işkencedan, piştî hatîye berdan dest bi amadekarîya ezmûna ûniversîteyê dike, bi ser dikeve, mafê perwerdeya hukukê li zanîngeha bajarê Ankerê bi dest têxe.

Piştî perwerdeya hukukê li zanîngeha bajarê Ankerê xelas dike, vedigere bajarê Amedê, li Baroya Bajarê Amedê di komîsyona girtîgehan da dixebite û bi komîsyonê re li girtîgeha Amedê û girtîgehên bajêrê dewrûberên Amedê  rapora binpê kirinên li girtîgeha amade dikin, bi heman kari ra li sazîya mafê mirovan (ÎHD) bi awayekî çalak dixebite, berra li ofise xwe ya taybat ya parêzerîyê, li dadgeha,bê heq û biha parêzerîya malbatên mexdûra dike.

Sala 2004 bûye serokê (IHD) sazîya mafê mirova a Amedê, 2005 buye endamê weqfa mirovan a Türkiyê

Piştî qinyat û bawerya wî bi çareserkirina pirsgirêka kurd û binpêkirina mafên mirova bi rêya siyasî hatî, biryara daye berpisyarîya pirsgirêka kurd a siyasî bike, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên siyasî û aştîyane cara pêşîyê 22 meha Tîrmeha 2007 bi bi komeke kesên piştgirîya Partîya Civaka Demokratik (DTP) dikit, wekî parlemantarê serbixwe hatîye hilbijartin , dûvra bi wan koma parlemetaran ra di bin sîwana Partîya Civaka Demokratik (DTP) li parlementoya Türkîye yê koma xwe ava kirin û Selahattin DEMIRTAŞ buye wekîlê serokê koma parlementaran

Piştî 11 Kanûna pêşî sala 2009 Partîya Civaka Demokratîk (DTP) ji alîyê Dadgeha bilind hate girtin, Selahettin DEMİRTAŞ bi endamên Partîya Civaka Demokratik (DTP) ra tevilî (BDP) Partîya Demokrasî û Aştîyê bûye , 1 meha Sibata 2010 bi Gûlten KİŞANAK ra bûye hevserokê Partîya Demokrasî û Aştîyê

22 meha Xizîrana sala 2014 bi Figen YÛKSEKDAG ra bi çend Partîya û rêxistinên siyasî yên hatin ba hev, Partîya Demokrasîya Gelan (HDP) damezrand û bû hevserokê Partîya Demokrasîya Gelan, (HDP) Selahettin DEMIRTAŞ di hilbijartina serokkomarîyê a 10 meha Tebaxê sala 2014 bûye berendamê serokkomarîyê, ji dengdera sedî (%) 9.8 deng bi dedt xistîne. 

Di hilbijartına 7 meha Xizîrana 2015 da, Partîya Demokrasîya Gelan (HDP) li Türkîyê bi giştî ji dengderan sedî (%) 13.1 deng bi dest xistin û bi heştî (80) parlementara serkeftineke baş encam da, piştî wan hilbijartına Partîya Demokrasîys Gelan (HDP) di wî maweyê hevdîtinên pêvajoya aştîyê da bi awayekî çalak beşdarî dikir, ew hevdîtinên pêvajoya aştiyê bi dawî hatin , vegerîna berdewamîya polîtîkaya şer û binpêkirinên giran yên mafê mirovan dest pê kir.

Selahettin DEMIRTAŞ bi 10 parlementarên HDP 10. meha Çirya paşî sala 2016  bi şev hatın desteserkirin, hêjî li bajarê Edirne, li girtigeha tipa F a ewlekarîya bilind da desteser kirîye.

24 meha Xizîrana 2018 ji Partîya HDP bu berendanê serokkomarîyê, parêzerên wî daxwaza serbest berdana wî kir, ji ber daxwaza serbest berdana wî a ji alîyê dadgehê hatîye red kirin, ne karî beşdarî karê siyasî bibe, DEMIRTAŞ di wê hilbijartinê da dengê 4 milyon û 205 hezar ((% 8.4) dengdera bi dest xist 

Di maweyê girtîgehê da sala 2017 bi navê Seher û Devran du pirtûkên çiroka û sala 2020 bi navê Leylan romanek nivîsîne û dane çapkirin, pirtûkên wî bi  çendîn zimana hatin wergêran, di heman demê da, hûnermenda helbestên wî kirin stran û gotin, wekî din wêneyên wî yên nigarkêşîya pênûsê û karîkatûrên wî jî hene û berbelav bûne.