Selahattin Demirtaş wextê Hevserokê Giştî yê HDP’ê û Parlementerê Stenbolê bû, di 4’ê Mijdara 2016’an de hate girtin. Heta wê demê ji ber kar û xebatên wî yên siyasî, derbarê wî de 102 fezleke hatibûn amadekirin. 

Di doznameyeke ji 501 rûpelan û 31 fezlekeyan pêk tê de ji bo Selahattin Demirtaş 142 sal ceza tê xwestin. Yekem celseya vê doza sereke 399 roj piştî girtina wî pêk hatiye. Di 18’ê Îlona 2019’an de beriya serlêdana wî ya şexsî ya bo Nivîsgeha Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, di 2’yê Îlona 2019’an de ji doza sereke ya ku nêzî 1.043 rojan girtîbû hate tehliyekirin. 

Piştî vê biryarê raya giştî li bendê bû ku Demirtaş dê bê tehliyekirin. Lê 2 roj piştî celseya Nivîsgeha Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 20’ê Îlona 2019’an de ji ber xwepêşandanên Kobaniyê ya ku di doza sereke de wek tawanekê tê qebûlkirin, cardin dozek lê hate vekirin û biryara girtinê ji bo wî hat dayîn. Di vê dozê de, ji 31’ê Kanûnê vir ve di ser re 469 roj derbas bûne, lê derbarê wî de hîn jî doznameyek nehatiye amadekirin. 

Ji 4’ê Mijdara 2016’an vir ve ku ji wê demê heta niha girtî ye, Selahattin Demirtaş li gelek dadgehên Tirkiyeyê beşdarî 197 celseyan bû. Ji wê demê heta niha, derbarê axaftin û beyanên wî yên li dadgehan de ji 30’an zêdetir doz hat vekirin û ew doz di 7 dosyeyan de berdewam dike. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Qanûna Bingehîn a Komara Tirkiyeyê derbarê wî de biryara îxlalê dan lê ew hîn jî li Girtîgeha Edirneyê girtî ye.